Fotograf: Sertaç Kayar / Twitter
Rojnameger Sertaç Kayarê ku ji ber li Amedê daxuyaniyên çapemeniyê û xwenîşandan dişopand doz lê hatibû vekirin û bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye” dihate dadgehkirin, beraet kiriye.
Dadgehkirina Kayarî li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kiriye. Sertaç Kayar û parêzerê wî Şivan Cemîl Ozen di danişînê de amade bûne. Her wiha Ulku Şahîn, parêzera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) jî danişîn şopandiye.
Li gor Ajansa Mezopotamyayê, dozger diyar kiriye ku di lêkolîn û lêgerîna ser belge û materyalên dîjîtal ên KCDê de têkildarî Kayar tiştek nehatiye dîtin.
Dozger biryara xwe daye û xwestiye ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê li Kayarî were birîn.
Kayar parastina xwe kiriye û gotiye ew di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de çûye KCDê û daxuyaniyên wan şopandiye. Rojnameger Kayarî her weha diyar kiriye ku di KCDê de wezîfe negirtiye û daxwaza beraeta xwe kiriye.
Parêzer Şivan Cemîl Ozenî jî parastina Kayarî kiriye û xwestiye ew beraet bike
Şandeya dadgehê bi hêceta ku Kayar t sûcek nekiriye biryara beraetê daye. (AY/FD)