Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Serdar Akinan danê sibehê di serdegirtina polîsan de hatiye desteserkirin.
Akinan li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenê dema desteserkirinê parve kiriye û gotiye "Niha ez desteser kirin û min dibin Emniyeta Navçeya Ayvalikê.”
Her weha sedema desteserkirina Akinan diyar nebûye.
Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê ya salane ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nav 180 welatan de di rêza 149an de ye.(NT/AY)