Rojnameger Selahattîn Kaygûsûz bi îdiaya ku “Endamê rêxistinê ye” hate girtin.
Rojnameger Selahattîn Kaygûsûz li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik di 20ê Çiriya Pêşiyê de di encama serdegirtina malê de hatibû desteserkirin. Piştî 4 rojan ji Rêveberiya Emniyetê ya Amedê şandin edliyeyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgeriyê bi daxwaza girtinê Kaygusuz şand Dadgeriya Cezê û Aştiyê.
Dadgehê bi tohmeta ku Kaygusuz “Endamê rêxistinê ye ” biryara girtina wî da.
(AY)