Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê û Nivîskarê Pirtûkxaneya Zarokan a BÎAyê Sedat Yilmaz di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin û di 14ê Kanûnê de serbest bûbû. Yilmaz îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di duyemîn danişîna dozê de beraet kir.
Yilmaz bi parêzerên xwe Resul Temur, Şule Recepoglû û Hevserokê MLSAyê Veysel Ok re beşdarî danişînê bû. Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî danişîn şopand.
Dozgerê danişînê ku derbarê esasê de nêrîna xwe pêşkêş kir, xwest Yilmaz ji sûcên 'endamtiya rêxistina terorê' û 'rêveberiya rêxistina terorê' bê cezakirin.
Yilmaz li dijî nêrîna dozger parastina xwe kir û got îfadeyên şahidên nepen bi nakok in. Yilmaz diyar kir ku şopandina wî ya nûçeyên li Pirsûsê weke sûc hatiye nîşandan û mînakên nûçeyên rojnamegerên di heman heyamê de li Pirsûsê bûn pêşkêşî dadgehê kir. Yilmaz destnîşan kir ku ew nêrîna dozger qebûl nake û beraeta xwe xwest.
Piştî Yilmaz parêzerên wî Ok û Recepoglûyê dest bi parastinê kir.
Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji ber kêmbûna delîlan Yilmaz beraat kir. Her wiha tedbîrên kontrola edlî yên der barê Yilmaz de jî rakirin.
Sedema ku dadgehê îdianameya rojnamegeran nepejirandiye diyar bû
(HA/AY)