Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî li Erzeromê di encama lêkolîna xwe ya îstinafê de biryara tehliyekirina rojnameger Idrîs Sayilganî daye.
Piştî biryarê, Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Trabzonê derketiye. Sayilgan 26ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê hatibû girtin û 1137 rojan di girtîgehê de maye.
Serê li DMMEyê dabû
Sayilgan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) bû. DİHA di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan De (KHK) hatibû girtin. Di meha Kanûna Paşiyê de dadgehê biryar ji bo Sayilganî dabû û bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” û “alîkariya rêxistinê kiriye” 8 sal û 3 meh ceza lê birî bû.
Parêzerên Sayilganî ev biryara 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê biribûn ber destê dadgeheke bilindtir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 11ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de aşkere kiribû ku ew ê pêşiyê serlêdana Sayilganî binirxîne.
DMMEyê di Hezîrana 2019ê de xwestibû Tirkiye xwe biparêze. Ji Tirkiyeyê pirsî bû ku gelo pêvajoya serlêdana rojnamegerî ya ji bo Dadgeha Destûrî li gorî xala 5em a Mafê Azadî û Ewlehiya kesan diparêze ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye nirxandin an na.
Her weha pirsî bû û gotibû ku gelo girtina rojnamegerî û dadgehkirina wî ya bi vî şêweyê Xala 5em a PMMEyê binpê dike yan na. Di berdewamiyê de pirsî bû ku, di dema girtinê de delîlên di dosyayê de dikare çavdêrekî/e serbixwe îkna bike bê ka sûc kiriye yan na.
DMMEyê ji Tirkiyeyê pirsî bû ku mafê azadiya xweîfadekirina serlêder hatiye binpêkirin an na û biryara girtina rojnamegerî li gorî xala 10em a PMMEyê ye yan na. (EMK/FD)