Fotograf: Esra Taşkın / MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Idrîs Sayilgan, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) bû. DIHA, di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibû girtin. Polîsan di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de bi ser mala rojnamegerî de girtibû û ew desteser kiribû. Di 24ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de jî bi tohmeta ku “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Du hefteyan li Girtîgeha Mûşê mabû, paşê bêyî sedemekê nîşan bidin, ew şandine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Trabzanê. Piştî ku hate girtin bi neh mehan îdianameya wî hate amadekirin. Dozgerî ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo wî xwestibû. Nûçeyên wî, axavtinên wî yên bi rêya telefonan bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kiriye û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî di îdianameyê de weke delîl hatibûn bicihkirin.
Piştî 1137 rojan tehliye bû
Piştî hate girtin bi sal û mehekê li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê derket pêşberî heyeta dadgehê. Lê destûr nedanê ku biçe dadgehê û bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûbû.
Di 25ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibu birîn. Lê parêzerê wî serî li dadgeha îstinafê da û 2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Erzeromê biryara tehliyeya wî da. Di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, piştî girtina xwe bi 1137 rojan hate tehliyekirin.
Idrîs Sayilganî behsa serpêhatiyên xwe yên di girtîgehê de kir…
“Ez bi nûçeyên xwe serbilind im”
“Piştî ku ez hatim girtin bi 13 mehan derketim ber heyeta dadgehê. Di îdianameyê de nûçeyên min û hevdîtinên min ên bi çavkaniyên min ên nûçeyan re hebûn ku hevdîtinên me derbarê nûçeyan de bû. Li hemberî îdianameyê min bi kurtasî got, ez rojnameger im, bi nûçeyên xwe serbilind im û ez ê di nivîsandinê de berdewam bim, dadgehkirina min ne hiqûqî lê siyasî ye.
“Li girtîgehê roja min a yekem xweş borî. Dema min û yên qawîşê me xwe bi hev dida naskirin çavê min li sarincê ket. Rojnameya Ozgur Gundemê li ser wê bû û nûçeya min tê de hebû. Nûçeya min li ser kana keviran a Agiriyê bû. Hewaya derdorê gemarî dikir. Dema min nûçeyeke xwe li ser rojnameyeke kevn dît ez bextewar bûm. Hesteke xweş bû. Min nîşanî kesên li qawîşê da. Min got, ‘ez li cihekî rast im’. Serpêhatiyeke xweş bû.
“Min sirgunî Trabzonê kirin”
Sayilgan piştî demekê sirgunî Trabzonê kirine û dema çûye wir, li derî gardiyanan xwestiye cilê wî jê bikin û şilfî tazî lê bigerin. Lê wê ev tişt qebûl nekiriye û gardiyanan derb lê dane.
Sayilganî wiha berdewam kir:
“Li girtîgehê jî min nûçeyên binpêkirina mafan amade kir. Rêveberiya girtîgehê gelek caran dest danî ser nameyên min ku min nûçeyên xwe tê de nivîsandibû.
“Gelek dostên min çêbûn li girtîgehê ku ez ê qet ji bîr nekim. Her weha min û hevalên rojnameger ên girtî û yên li derve ji hev re name dişand. Coş û moraleke mezin didan. Divê ez vê jî bibêjim ku xebatkarên çapameniyê yên ji derve zêde eleqedar nebûn.
“Dibe ku nameyek, silavdayînek weke tiştekî biçûk bê dîtin, lê dema hûn li girtîgehê bin dibin sedema bextewariyên geleke mezin. Ji ber wê jî ez ji hemû rojnamegerên girtî re dibêjim em piştgiriya xwe ya bi rojnamegerên girtî re zêde bikin.” (HA/FD)