Rojnameger Şahîn û Gayîp nehatin berdan
![Rojnameger Şahîn û Gayîp nehatin berdan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/206/817/original/pinar_semra.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çarem danişîna doza rojnameger Semîha Şahîn û Pinar Gayîp, edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) li 23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG) ya li Edliyeya Stenbolê berdewam kir.
Dadgehê daxwaza tehliyekirina Şahîn û Gayîpê qebûl nekir û biryar da ku her du rojnameger girtî bimînin. Şahîn û Gayîp, bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” 11 meh in girtî ne. Dadkirin wê 13ê Hezîrana 2019ê saet di 13.30 deqîqeyan de berdewam bike.
Bixwîne - Du rojnamegerên girtî, Şahin û Gayip nehatin berdan
Dozgerî di danişîna seyem de nêrîna xwe dawiyê pêşkêş kiribû û xwestibû ku digel Gayîp û Şahînê, Ferhat Pehlîvan û Gulsen Îmre, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger (SGDF) bên cezakirin.
Çi bûbû?
Polîsan 13ê Nîsana 2018ê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistibûn pêşberî dozgeriyê.
Bixwîne - Rojnameger, Şahin û Gayip nehatine berdan, 127 rojnameger girtî ne
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxistibû. (TP/FD)
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"
![Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/181/original/kucik.jpeg)
LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan
![Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/239/192/original/dedef.jpg)
Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin
![Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/231/890/original/levent.jpg)
“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”
![“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/230/136/original/cudi.jpg)
Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
![Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/227/017/original/akademisyen.jpg)