Rêvebira Nûçeyan a JINNEWSê Safiye Alagaş bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û saleke di girtîgehê de bû.
Danişîna destpêkê a dozê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Safiye Alagaş û parêzerên wê di danişînê de amade bûne.
Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamegerên din danişîn şopandine.
Piştî parastina Alagaş û parêzer Resûl Temûr dadgehê biryara tehliye kirina Alagaşê daye.
Çi bûbû?
Polîsan di 8ê Hezîrana 2022yê de bi ser mal û saziyên medyayê ve girtibûn û 20 jê rojnameger 22 kes desteser kiribûn.
Du caran dema desteserkirinê ya 22 kesan dirêj kiribûn û ew di 15ê Hezîranê de biribûn edliyeyê.
Rojnamegeran heta 16ê Hezîranê îfade dabûn dozgeriyê û di 16ê sibehê de, 16 rojnameger bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Rojnameger biribûn Girtîgeha Tîpa Dyê û Girtîgeha Jinan a Amedê.
Di dema îfadegirtinê de dozgerî, bername, nûçeyên ku çêkirine, çavkaniyên wan ên nûçeyan û axavtinên wan ên bi rêya telefonan ên bi çavkaniyên wan er ji wan pirsî bû. Kompûter, kamera, sîstemên deng û ronahiyê, hard dîskên ku ji komputerên montajê hatine derxistin, pirtûk, arşîvên rojnameyan û kovarên li Tirkiyeyê tên weşandin yên di dema serdegirtinan de li malan û saziyên medyayê dest danîbûn ser, weke delîlên sûcan pêşkêş kiribûn.
Rojnamegerên ku hatibûn girtin ev in: Hevserokê Komeleya Rojnamegeran ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWSê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWSê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.
(AY)