Fotograf: MLSA - MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 8ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi navê “Azadiya Gelê Kurd û Yekîtiya Netewî” civîneke çapemeniyê li dar xistibû û paşê jî meşeke protestoyî kiribû. Rojnameger Rûşen Takvayê ku ji ber ev çalakî şopandine, dihate dadgehkirin, îro beraet kiriye.
- Walîtiya Wanê di 21ê Çiriya Paşiyê ya 2016an de biryar dabû ku çalakî û bername qedexe bibin. Ev biryar heta îro jî dewam dike. Yanî hezar û 786 roj in ku li Wanê çalakî qedexe ne.
Dadgehkirina Takvayî îro li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dewam kiriye.
Takva bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “Li dijî Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê derketiye” dihate dadgehkirin. Dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasa dosyayê de diyar kiriye û gotiye ku Takva bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê çalakî pêk aniye û ji bo tawanan delîl têrê nakin. Dozgerî xwestiye ku Takva beraet bike.
Piştî dozgerî nêrîna xwe pêşkêş kiriye, Takvayî û Mahmût Kaçan û Bûrcû Şeker, parêzerên Takvayî jî gotine ew daxwaza beraetê dikin.
Piştî pêşkêşkirina paraznameyan, heyeta dadgehê navbereke kurt daye û paşê jî biryara beraetê daye.
Roza Metînayê jî beraet kiriye
Edîtora JinNewsê û Endama Pena Kurd Roza Metîna jî bi tohmeta ku "endama rêxistinê ye" dihate dadgehkirin. Îro 4em danişîna doza Metînayê li 5em Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Metîna tevlî danişînê nebûye, lê parêzer Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûye. Dozgerî nêrîna xwe ya ku di danişînê de beriya niha de pêşkêş kiribû, dubare kiriye. Dozgerî bi tohmeta ku "endama rêxistinê ye" xwestiye 7 sal û 15 sal cezayê girtîgehê li Metînayê bibirin. Parêzer Tamûr, li dijî îdiayên dozgerî derketiye û xwestiye ku Metîna beraet bike.
Piştî parastinê heyeta dadgehê, bi hinceta ku sûcên li ser Metîna ne bidelîl in biryara beraetkirina wê daye. (HA/FD)