Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay ku 28ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê dema diçû Amedê li Balafirgeha Sabiha Gokçenê hatibû desteserkirin, îro piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatiye berdan.
Altaya ku 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê desteser kirîbû, di saetên sibê de sewqî Edliyeya Stenbolê hatiye kirin.
Altay ku bi îddiaya endamtiya rêxistinê dihat sûcdarkirin piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Xebatkarên çapemeniya azad û endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) pêşwaziya Altayê kirine.
(HA/AY)