Danişîna destpêkê a doza rojnameger Reyhan Hacioglûyê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Endamên DFG û MKGê û gelek siyasetmedaran jî doz şopandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî tespîtkirina nasnameyê, Reyhan Hacioglu dest bi parastina xwe kir. Reyhan Hacioglû, diyar kir ku wê di nava 11 salên rojnamegeriyê têkildarî Kurd û Kurdistanê, tecrîdê, ekolojiyê û mijarên cur bi cur de gelek nûçe û bername amade kirine lê di îdianameyê de tenê cihên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibe di îdianameyê de cih girtine.
Reyhan Hacioglûyê diyar kir û got: “Çima ez dibêjim Kurdistan, çima dibêjim tecrîd? Ji ber ku ev der Kurdistan e. Tiştekî xwezayiye ku weke rojnamegerekê peyva kurdistanê bi kar bînin û ev sûc nîne.” Reyhan Hacioglû, îdiayên têkildarî tecrîdê jî red kir û got: “Devlet Bahçelî bi xwe behsa tecrîdê kir û banga hatine Meclisê li Ocalan kir. Heke agahî ji kesekî neyê girtin, ev tê wateya tecrîdê.”
Danişîn taloqî 9ê Cotmehê kir
Parêzer Jiyan Ozkaplanê jî anî ziman ku di îdianameyê de bi zorê sûc hatine afirandin û got: “Ev hiqûqî nîne. Miwekîla min rojnameger e û karê xwe dike. Dozgeriyê ji hemû bernameyan çendek peyv jê girtiye. Dixwazim miwekîla min were tehliyekirin. Îdianameyeke wiha nabe.”
Piştî parastinan, dozger nêrîna xwe pêşkeş kir û xwest rewşa girtîbûna ya Reyhan Hacioglû bidome.
Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 9ê Cotmehê kir.

