Editora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Pinar Gayip ku di operasyona meha Sibatê a li dijî sosyalîstan de hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin, îro cara yekem derket pêşberî dadger.
23emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi şertê qedexeya derketina derveya welat biryara berdana Gayipê da.
Danişîna ku li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat, di saet 10.52an de dest pê kir. Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Kedê û Parlamentera Dîlokê Sevda Karacayê û gelek rojnamegeran danişîn şopandin.
Gayip ji Girtîgeha Jinan a Bakırkoyê anîn danişînê. Gayipê li dijî îdîanameyê parastina xwe kir û got ku dozger, sûcdariyên li ser wê ji xebatên rojnamegeriyê çêkirine.
“Rojnamegerî kirasê ji agir e”
Gayip bi van gotinan dest bi parastina xwe kir: “Di van rojên ku axaftinên me yên li ser telefonê yên ji bo şopandina nûçeyan û pereyên çayê wekî hêceta endamtiya rêxistina terorê tên nîşandan, ez spasiya kesên ku bi min re di nav piştevaniyê de ne dikim. Ji bo me rojnamegerên şoreşger, sosyalîst û mixalîf, rojnamegerî kirin kirasê ji agir e.”
Gayipê Musa Anter, Metin Goktepe, Hrant Dink û Kadri Bagdu bibîranî û behsa rojnamegerên ku li herêmên şer hatine kuştin kir.
Serokê dadgehê ji Gayipê xwest ku behsa sûcdariyên di îdîanameyê de bike û Gayipê jî bersiv da û weha got: “Ez parastina rojnamegeriyê dikim, tîka dikim ku nebirin.”
“Li bendê ne ku em bêdeng bimînin”
Gayip ku fêmkirina xwe ya rojnamegeriyê li ser nûçeyên xwe meşand, got: “Li bendê ne ku em bêdeng bimînin, ez jî ji ber ku bêdeng nemam têm darizandin.”
Gayipê diyar kir ku wê tengasiya debarê ya kedkaran, şert û mercên xebatê yên karkeran û têkoşîna gundiyên ku axa xwe diparêzin kiriye nûçe û wiha domand:
“Ji me re dibêjin ‘Vê nekin nûçe.’ Dibêjin dev ji sendîkayên ku mafên karkerên li ber xwe didin diparêzin berdin, nûçeyên sendîkaya zer çêbikin. Dibêjin dev ji gundiyên ku xwedî li axa xwe derdikevin berdin.”
Gayipê bal kişand ser pêvajoyên darizandinê yên rojnameger Alican Uludag, İsmail Ari û Yildiz Tarê jî û got ku rojnamegerî bûye mijara sûcdariyê.
Gayipê weha got, “Ez heft meh û nîv e ji ber ku min ev nûçe çêkirine girtî me”.
Dozger xwest Gayîp girtî bimîne
Gayıp diyar kir ku bêyî îfadeya wê bê girtin sewqî dadgehê hatibû kirin, bêyî ku dozger bibîne hatibû girtin û di lêkolînên girtîbûnê de bi mehan hewl daye ku fêm bike ka bi çi tê sûcdarkirin.
Piştî parastina Pinar Gayipê dozger nêrîna xwe pêşkeş kir û xwest Pinar Gayip girtî bimîne.
Parêzeran li dijî nêrînê parastina xwe kirin û daxwaza tehliyeya Pinar Gayipê kirin.
Dadgeh biryara tehliyeyê da û doz taloqî 7ê Kanûna Pêşîn kir.
(HA/AY)






