Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pinar Gayip û Semîha Şahîn, xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA) û di gel çar kesên dî di heman dozê de girtî ne. Îro li Dadgeha Cezayên Giran a 23. a Stenbolê danişîna wan a 2em bi rê ve çû.
Nadiye Gurbuz, endama Navenda Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û xizmên rojnamegeran danişîn şopandin û rojnamegerên girtî, Pinar Gayip, Semîha Şahîn, parêzerên wan û hemû girtiyên din beşdarî danişînê bûn.
Şahîn: Azadiya me ji me hatiye stendin
Di danişînê de Semîha Şahîn, editor ETHAyê got: “8 mehe em girtî ne. Em ji ber nûçeyên ku me çêkiriye û ji ber helwesta xwe ya polîtîk girtî ne. Em ji ber parvekirinên medya civakî girtî ne. Ji ber pîşeya xwe em girtî ne. Rojnamegerî ne sûc e. Ji ber ku me karê xwe yê pîşeyî kiriye, azadiya me ji me hatiye stendin. Ji ber vê jî ez daxwaza serbest berdana xwe dikim.”
Herweha Pinar Gayîp, nûçegihana ETHAyê jî daxwaza serbest berdana xwe kir got; ez 8 meh e rojnamegerekî girtî me.
Heyeta dadgehê biryar girt ku Pinar Gayip û Semîha Şahîn girtî bimînin, lê Ferhat Harûn Pehlîvan û Gulsen Îmre bên berdan. Dadgehkirin wê 30ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê berdewam bike.
Çi bûbû?
Polîsan 13ê Nîsana 2018ê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistibûn pêşberî dozgeriyê.
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxistibû. (EMK/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.