Deger di 7ê Sibatê de di serdegirtina mala malbata xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi lêdanê hatibû desteserkirin û heman rojê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" û “endama rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin.
1emîn danişîna doza rêvebira nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê îro pêk hat.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Parêzerên Azadiyê (OHD), gelek kes û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn.

Rojnameger Oznûr Deger hat girtin
Rojnameger Oznûr Degerê ji ber parvekirinên wê yên medyaya civakî yên têkildarî kuştina Nazim Daşdan û Cîhan Bilgin weke "endama rêxistinê" dihat darizandin. Her weha li gorî nûçeya JINNEWSê wêneyê birayê wê Abdulselam Deger (Kendal Qoser) jî bûye mijara îdianameyê.
Dadgehê ji bo Degerê biryara qedexeya derketine derveyî welat û şertê kontrola edlî da. Doz jî taloqê 21ê Cotmehê kir.

Derbarê rojnameger Oznur Degerê de lêpirsîn hat destpêkirin
(AY)

