Rojnameger Nûrcan Yalçin bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo Yalçinê lêpirsîn dabû destpêkirin. Li ser vê yekê roja 4ê Sibatê polîsan bi ser mala wê de girtibûn û ew desteser kiribûn. Pêr êvarê îfadeya Yalçinê li emniyetê hatibû girtin.
Yalçin, di sala 2015an de li navçeya Sûrê ya Amadê de beriya destpêka qedexeyên derketina kolanan bi gel re hin hevpeyvîn çi kiribû. Ew ji ber van vîdeoyan hatibû sûcdar dikirin.
Yalçin ji bo lêpirsîna serdozgeriyê şandibûn Edliyeya Amedê û piştre dozger bi daxwaza girtinê ew şandibû Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Amedê.
Dadgehê rojnameger Yalçin bi şertê kontrola edlî serbest berda ye. hevpîşeyên Yalçinê li pêş edliyeyê pêşwaziya wê kirine.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji bo Yalçinê lêpirsîn dabû destpêkirin. Li ser vê yekê di 4ê Sibatê de polîsan bi ser mala wê de girtibûn û ew desteser kiribûn. Her weha polîsan piştî lêgerîna li nav mala Yalçinê ew biribûn Şaxa Têkoşîna Dije Terorê(TEM) ya Rêvebiriya Asayîşa Bajêr.
Ji bo 24 saetan hevdîtina parêzeran bi Yalçinê re hatibû qedexekirin. Du roj berê biryara 24 seatan bi dawî bûbû û parêzerê Yalçinê ji bo hevdîtinê çûbû TEMê. Lê parêzer rastî biryara nepen ya li ser dosyaya Yalçinê rû bi rû mabûn.
(BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe berhev kiriye
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê