Rojnameger Nedîm Turfent, Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi KHKê hatibû girtin, hatiye berdan. Turfent li Girtigeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê dihat ragirtin,
Rojnameger Nedîm Turfent 6 sal û 6 meh in di girtîgehê de bû. Her weha piştî cezayê wî qediya serbest bûye.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatê ya Medya û Hiqûqê, hevalên Turfend ên rojnamevan û malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di Çiriya Paşiya 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(AY)