Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamevan Nedîm Turfentê ku li Girtîgeha Wanê ye birine Girtîgeha Tîpa K-1 a Depa Xarpêtê. Demeke kurt maye ku Turfentî tehliye bibe.
Daxwaza sewqkirinê ji aliyê rojnamager Nedîm Tûrfentî ve hatiye kirin. Li bendê ne Turfent di meha Çiriya Paşiyê de were berdan.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di Çiriya Paşiya 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.
(HA/AY)