Ji bo nûçeya Tirkî
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê Nedim Oruç di encama rûniştina yekem ya dozê ku îro li Dadgeha Cezayê Giran ya Cizîrê pêk hat de, serbest hat berdan.
Nedim Oruç di 6ê Çileyê de ligel welatiyên ku bi zora çekan ji taxa Şehit Harun ya Sîlopyayê hat derxistin û biribûn Salona Sporê ya Yenişehirê.
Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, piştî ku Nedim Oruç, hat derbkirin wî bi erdê ve kaş kirin û bi wesayîta zirxî revandin. Piştî revandina Oruç demeke jê ti agahî nehatibû hilanîn.
Piştî ku raya giştî bertek nîşan da û aqûbeta Oruç ji dewletê pirsî, Mudiriyeta Emnîyeta Sîlopyayê qebûl kiribû ku wî binçav kirine.
7ê Çileyê de li Dadgeha Sîlopyayê ji hêla dozgerê ve îfadeya Nedim Oruç hat hilanîn û pişt re sewqî dadgehê kirin. Dadgehê derbarê Oruç da bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ biryara girtinê da.
DISK-Çapemenî: Ji ber ku ‘muhbîrtî’ nekir, ew tê dadkirin
Beriya rûniştan dozê ku îro pêk hat, DISK-Çapemeniyê daxuyanî da û daxwaz kir ku demildest Nedim Oruç serbest were berdan. Di wê daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘139 rojnameger girtîne û 13 ji wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ne. Bi taybetî dema pêkhatina qedexeyên derketina derve de derbarê agahiyên ji herêma lê pevçûn heye tên hilanîn de DIHA gelek xebatên girîng pêk anî.’
‘Nedim Oruç piştî 6 mehan ji ber ku ‘muhbirtî’ nekiriye dê sibê were dadkirin.
35 rojnameger girtîne
Piştî serbestberdana Nedim Oruç, hejmara rojnamegerên girtî bû 35. Hejmara nûçegîhanên girtî jî 12 ye.
(EA/YO)