Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
DFG û MKG wê di 19ê Kanûnê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyê bidin. Daxuyanî dê saet di 11.00’ê de bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” were dayin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, dema geşedanên li Bendava Tişrînê û Qereqozaxê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19ê Kanûna 2024an de hatin qetilkirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê di salvegera qetilkirina xwe de li Stenbolê bên bibîranîn.
Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
20 Kanûn 2024
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê di 19ê Kanûnê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê bidin.
Civîn, dê saet di 11.00’ê de bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” were dayin.
Daştan û Bîlgîn di encama êrişa balafira bêmirov a biçek (SÎHA) ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bûbû.
IFJ: Em dixwazin berpirsiyarên êrişê hesab bidin
20 Kanûn 2024
Rêxistinên pîşeyî ji bo kuştina rojnamegeran bertek nîşanî Tirkiyeyê dan
20 Kanûn 2024
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.