Rojnameger Nazîla Marûfyan cara sêyem e ku hatiye girtin.
Marûfyan ji ber hevpeyvîn bi bavê Jîna Emîniyê re kiribû hatibû girtin û duh serbest bûbû.
Polîsên exlaqparêz yên Îranê Jîna Mahsa Emînî desteser kiribû û ew kuştibû.
Marûfyan piştî 36 rojan li Girtîgeha Evînê hatibû girtin, bi dayîna kefaleta 300 milyon riyalî (nêzîkî 190 hezar TLyî) serbest bûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Marûfyan duh di saetên êvarê de careke din hatiye desteserkirin û ew şandine Girtîgeha Qarchak a Varamînê.
Di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin. (FD)