Rojnameger Nazîla Marûfyanê ji ber ku bi bavê Jîna Mahsa Amînîya ku ji aliye polîsên exlaqê ve hatibû kuştin hevpeyvîn kiribû çar caran hatibû girtin û cara dawî jî salek cezayê girtîgehê û 15 milyon tumen cezayê pere lê hatibû birîn.
Marûfiyanê bi rêya parêzerê xwe ji Girtîgeha Evînê peyameke bideng şandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Marûfiyanê di peyama şandiye de weha gotiye : “Ez gelek ji we hemûyan hez dikim. Ez ji hemû gelê Îranê re minettar im. Ev çalakiya min a grevê ji bo hemû jinên di girtîgehan û qereqolan de rastî tundiya zayendî û fîzîkî tên e. Ev grev ji bo wan e. Di rewşa herî nebaş de di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin. Ev grev ji bo min û hemû jinên li Îranê di şertên herî xerab de dijîn e.”
6 roj in di greva birçîbûnê de ye
Rojnameger Marûfiyan di dema girtinê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû derbkirin û ji bo derbarê wan peywîrdarên ku ew derbkirine de lêkolîn, lêpirsîn û herweha kirariyên qanûnî were kirin di 1ê Ilonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Rojnameger Marûfiyan di Girtîgeha Evînê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.
Di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin. (EMK/AY)