Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê, rojnamevan, nivîskar û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniya Herêma Federal a Kurdistanê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşeke çekdarî de hatiye qetilkirin.
Li gorî nûçeya JinNewsê, rojnamevan-nivîskar Nagihan Akarsel di saet derdora 10.00an de li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatiye. Diyar bûye ku Akarsel li cihê bûyerê miriye û cinazeya wê birina Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyê.
Nagihan Akarsel li ser Jîneolojiyê, rojnamegeriya jinparêz û jinan gelek lêkolînên girîng kiriye. Akarsel bi salan e di çarçoveya xebatên Jineolojiyê de li Silêmaniyê dijîya.
Nagihan Akarselê ji bo avakirina Akademiya Jineolojiyê li Silêmaniyê û herwiha ji bo avakirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê kar dikir.
Rêxistinên jinan û siyasiyan bertek nîşan dane
Qetilkirina xebatkara Jineolojiyê, rojnameger û aktîvîst #NagihanAkarsel rûreşî û dijminahiya dagirkeran û tirsa wan a ji jinên Kurd careke din nîşan da. Em vê êrişa hovane û vê nemerdiyê şermezar dikin. Serê gelê me sax be. pic.twitter.com/2IZ2VJpnLu
— HDP Kurdî (@KurdiHDP) October 4, 2022
Rojnamevan, akademîsyen û aktîvîsta kurd #NagihanAkarsel li Silêmanîyê rastî êrişeke çekdarî hatîye û jîyana xwe ji dest daye. Em vê êrişa tirsonek bi tundî şermezar dikin. Qelem û têkoşîna wê dê her berdewam be. pic.twitter.com/qhpNYpskOO
— Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (@EnstituyaKurdi) October 4, 2022
Nagihan Akarsel hêrs û kîn û kerba me ye. Qetilkirina wê jinên Kurd û gelê Kurd ji têkoşîna wan a li dijî dagirkerî û serdestiyê venagerîne. Serê gelê me yê welatparêz sax be. #NagihanAkarsel pic.twitter.com/D6GllX8kOF
— Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) October 4, 2022
Akademîsyen û aktîvîsta Kurd #NagihanAkarsel li Sileymaniyê hate qetilkirin. Welatparêzên Kurd ên ku Herema Kurdistanê ji xwe re kirine star bi şirîkatiya hin hêzên Başûr tên qetil kirin. Em vê êrîşê û yên şirîkatiya vê êrîşaê kirine bi tundî şermezar dikin.Serê gelê me sax be pic.twitter.com/nLHd76vuz7
— Berdan Öztürk (@berdan_ozturk) October 4, 2022
Aktivîstên me yên Agiriyê ji bo şermezarkirina qetilkirina rêhevala me #NagihanAkarsel daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn.
— TJA-Tevgera Jinên Azad (@TJAMerkez) October 4, 2022
Bila hêzên dagirker baş bizaninbin ku ew dê tu carî nikaribin zanist û pênûsa heqîqeta jinan bêdeng bikin. Dê zaninta jinan bibe roj-ronahî,tarîtiyê têk bibe. pic.twitter.com/tk2WGKf1DT
Dijminên jinên Kurd li Silêmaniyê xebatkara Jineolojiyê #NagihanAkarsel qetil kirin. Em vê êrişê şermezar dikin.
— Ebru Günay (@av_ebrugunay) October 4, 2022
Rêya têkoşîna jinan rêya heqîqetê ye û em ê tu car ji rêya xwe venegerin. pic.twitter.com/zfGxrjxiMW
Derbarê Nagihan Akarselê de
Rojnameger, lêkolîner, nivîskar. Li Canbegiya Konyayê ji dayik bûye. Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê li Zanîngeha Gaziyê qedandiye. Paşê li Beşa Xebatên Jinan a Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Enqereyê salekê master kiriye. Endama International Federation Of Journalist (IFJ), Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê weke nûçegihan û edîtor xebitiye. Li rojnameya Ozgur Gundem û ya Gunlukê quncik nivîsandiye. Li rojnameya Yeni Ozgur Politikayê hîna jhi quncikan dinivîsîne. Di avakirina kovara Ozgur Kadinê de cih girtiye. Di kovarên Demokratîk Modernîte û Jîneolojiyê de nivîsên wê hatine weşandin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê ye. Di bin banê Akademiya Jineolojiyê de lêkolînên xwe dewam dike.
(EMK/AY)