Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Muyesser Yildiz, Midûra Nûçeyan a Odatvyê ya Enqereyê, tevlî Îsmaîl Zekî Dukel, Nûnerê Tele 1ê yê Enqereyê û berbaz Erdal Baranî cara yekem e ku îro hatin dadgehkirin.
Yildiz bi tohmeta sîxuriya leşkerhi kiriye hatibû desteserkirin û di meha Hezîranê de hatibû girtin. Dukel jî bi heman tohmetê hatibû girtin lê paşê serbest bûbû. Baran jî bi tohmeta ku zanyarî daye herdu rojnamegeran tê dadgehkirin.
Dadgehkirin li 26em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye. Dadgehê biryar daye ku Erdal Baran girtî bimîne lê biryara tehliyeyê ji bo Yildizê daye.
Beriya dadgehkirinê parlamenter, endamên KUMPASDERê, endamên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê û xwendekarên Yildizê li ber edliyeyê çalakiyek kirine.
Heyeta dadgehê piştî li paraznameyên Yildiz, Dukel û Baranî guhdar kiriye biryara xwe daye. Her weha biryara dana îmzeyê ya ji bo kontrola edlî ya derbarê Dukelî jî hatiye betalkirin. Lê Dukel wê hîna jî nikaribe derkeve ji derveyî Tirkiyeyê. (HA/FD)