Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsmaîl Dukel, Nûnerê kanala televizyonê yê Tele1ê yê li Enqereyê û Muyesser Yildiz, Rêvebira Nûçeyan a Enqereyê a Oda TVyê tevlî astsubay E.Byê di 8ê Hezîranê de bi îdaya ku wan “sixuriya leşkeri û sîyasî” kirine, hatibûn desteserkirin. Piştî ku îfadeyê wan li emnîyetê girtine, ew birine edlîyeyê. Serdozgeriya Komarî a Enqereyê îdianameya rojnamegeranve amade kiriye.
Veysel Kaçmazê ku Cîgirê dozger û berpirsê Buroya Lêpirsînê a Sûcên Terorê ye, bi daxwaza girtinê rojnameger û astsubayê bi navê E.B. şandiye dadgehê.
Dadgeha Ceza û Silhê biryara girtina Yildizê û E.B. daye û Dukel jî bi şertê kontrola edlî serbest berdaye.
Dadgehê biryara girtina wan li gorî 329em madeya Qanûna Cezê ya Tirkan daye. Ev made ji bo sûcên “aşkerekirina belge û zanyariyên derbarê ewlekariya dewletê” de tê cîbicî kirin.
Çi bûbû?
Îsmaîl Dukel, Nûnerê kanala televizyonê yê Tele1ê yê li Enqereyê û Muyesser Yildiz, Rêvebira Nûçeyan a Enqereyê a Oda TVyê roja Duşema 8ê Hezîrana 2020an li Enqereyê hatibûn desteserkirin.
Merdan Yanardag, Derhênerê Weşana Giştî ê Tele1ê desteserkirina Dukelî aşkere kiribû û li ser hesabê xwe yê medya civakî weha gotibû:
"Hevalê me Îsmaîl Dukel Nunerê TELE1ê yê Enqereyê vê sibehê di saet 07.30an de hatiye desteserkirin. Sedema desteserkirina wî nayê zanîn. Dozgeriyê biryar daye ku ew 4 rojan desteserkirî be. Dozgeriyê bang Dukelî bikiraba wê bi xwe biçûya îfadeya xwe bida, desteserkirina bi awayî ya rojnamegerek di demokrasiyan de nîne û divê nebe jî."
Herdu rojnameger jî bi îdaya "Sixuriya leşkerî" hatibûn desteserkirin.
Yildiz û Dukelî, di Pêncşema 11ê Heziranê de ji bo Dadgeha Ceza û Silhê a nobedar hatibûn şandin. (EMK/AY/FD)