Nûçegihanê Çira FMê Mûrat Mîrza di encama êrîşa ku tê îdiakirin Tirkiyeyê li dijî Şengalê pêkanî ye de bi giranî birîndar bûbû. Rojnameger Mîrza mir.
Piştî êrişa ku di 8ê Tîrmehê de pêk hatibû, rojnameger Mîrza biribûn nexweşxaneyeke li Misûlê. Cenazeyê Mîrza piştî otopsiyê birin bajarokê Sikêniyê ya Şengalê. Mîrza li vir li Goristana Girê Gewrê hate definkirin.
Endamên Rêveberiya Xweser ya Şengalê, hevpîşe û malbata Mîrza tevlî merasîma definkirina cinazeya Mîrza bûn. Piştî definkirinê hevalên Mîrza kameraya wî li ser gora wî danîn.
Di 8ê Tîrmehê de li ser rêya Şengal-Mûsilê wesayîtek bi firokeyên bê mirov(IHA) hate hedefgirtin. Ajokarê wesayîtê tevî nûçegihana Çira TVyê Medya Hasan û nûçegihanê Çira FMê Mûrat Mîrza di wesayîtê bûn.
(HA/AY)