Rojnameger Murat Agirel ji ber nûçeyên xwe yên têkildarî lêpirsîna fonê cezayê zîndanîkirina li malê stendibû. Agirel di saetên sibehê de hat desteserkirin. Agirel piştî lêgerîna li mala wî birin Emniyeta Stenbolê.
Derbarê sedema desteserkirina Agirel de hîn daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn.
Rojnameger Bahadir Ozgur jî piştî tayînkirina qeyûm a ji bo Halk TVyê, duh di çarçoveya lêpirsîna fonê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de bi tohmeta ku “nihêniya lêpirsînê binpê kiriye” hatibû desteserkirin.
(EMK/AY)


