Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, kontrola tenduristiyê bi awayekî kelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin. Di nav wan kesên ku muayeneya kelemçekirî lê tê ferzkirin de rojnameger Dîcle Muftuoglû jî heye. Muftuoglû ji 3ê Gulanê ve girtiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rojnameger Dîcle Muftuoglû di 18ê Tebaxê de birine beşa dahîliyeyê ya Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê.
Li pêş odeya doktor Mûftuglûyê xwestiyê kelemçeya li deste wê xistine were vekirin lê cendirme gotiye, “Ez li gorî daxwaza we kelemçeyê venakim”
Muftuoglû jî bertek nîşan daye û diyar kiriye ku ew muayeneya kelemçekirî qebûl nake û wiha gotiye: "Hûn muayeneya kelemçekirî li min ferz dikin. Ev li dijî rûmeta mirovan e, qethiyen qebûl nakim."
Doktor jî ji bo muayeneya kelemçekirî wekî tiştekî asayî bide der, gotiye, "Hela rûn in, derdê xwe bibêjin." Muftuoglû jî wiha gotiye: "Heya kelmeçe neyên vekirin ez rûnanêm." Piştî vê bijîşk ji leşker rica kir û gotiye "Ger mifte bi we re be, û nebe zehmet hûn dikairn vekin?" Bijîşkê ku bêyî li nav çavê Muftuoglûyê mêze bike guh li derdê wê kir, gotiye, "Temam temam ji bo tehlîlê xwînê bide."
Rojnameger Dîcle Muftuoglû duh (12 îlonê) ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve tê amadekirin, namzet hatibû nîşandan.
(HA/AY)