Rojnameger Metîn Yoksû di çarçoveya lêpirsîna Artvînê de ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Êlihê. Rojnameger Yoksû piştî îfadeya dozgeriyê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” ji aliyê Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Êlihê ve hat girtin.
Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk, Ozan Cirik û wergervana Frankfurter Allgemeine Zeitungê Melîsa Efe di 13ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Artvinê de hatibûn desteserkirin.

Çar rojnamegerên ku li Artvînê desteserkirîbûn, hatin girtin
Piştî çar rojan heft kes derxistin dozgeriya Artvînê û bi daxwaza girtinê şandin Dadgeriya Cezayê ya Sulhê. Xebatkarê Sendika.Orgê Ozan Cirik û rojnamevan Eylem Emel Yilmaz, Dîcle Başturk û Yavuz Akengîn piştî îfadeyê hatibûn girtin. Di heman demê de Semra Pelek, Melîsa Efe û Omer Bulenter bi şertê kontrala edlî hatibûn berdan. Di çarçoveya heman lêpirsînê de bi ser mala Yoksû de hatibû girtin û ji ber Yoksû ne li malê bû nehatibû desteserkirin.

Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk û Ozan Cirik hatin desteserkirin
Beriya ku Yoksû îfadeyê bide dozgeriyê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: "Ji ber ku ez rojnamevan im, çend roj berê bi ser malan min de girtin. Ev ne cara yekem e ku ez ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê têm darizandin. Tiştên ku min berê kiribûn ez ê dîsa bikim. Ne hewce bû bi ser mala min de bigirin; telefonî min bikirana ez ê bihatama. Ez niha diçim dozgeriyê. Encam çi dibe bila bibe, ez her tim rojnamevan im."

Polîsan bi ser mala rojnameger Metin Yoksu de girtin
(AY)
