Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha 2eyam a Cezayê Giran a Bedlîsê îdianameya ji bo nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Şah Orûç hatiye amadekirin, pejirand. Dozgerî bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê ye” doz li Orûçî vekiribû.
Dadgehkirina Orûçî wê roja 14ê Îlonê pêk bê.
Mehmet Şah Orûç di 25ê Nîsanê de tevî 10 rojnamegeran li Amedê hatibû desteserkirin û paşê hatibû girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê îdianameyek amade kiribû ku ji 63 rûpelan pêk tê. Orûç ji ber 35 nûçe û parvekirinên xwe yên medyaya civakî tê tohmetkirin. Dozger dixwaze ku Orûç bi 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bê cezakirin.
Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê îdianameya Orûçî bi mahneya ku ne erka wê ye, ji Amedê şandibû Bedlîsê.
Bixwîne - Dozgeriyê ji bo nûçegîhanê MAyê 22 sal û 6 meh ceza xwestiye
(HA/FD)