Rojnameger Mehmet Kizmaz li Heskîfê, navçeya Êlihê ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Êlihê daye destpêkirin, hatibû desteserkirin. Piştî ku îfade da, Kizmaz serbest bû.
Li gor zanyariyan, ji bo Kizmazî bi tohmeta ku “gel bi rengekî aşkere ji bo kîndarî û dijminatiyê tehrîk kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara zeftkirinê ji bo wî derxistine.
Li gor nûçeya MAyê, polîsan ji ber parvekirinên wî yên medyaya civakî yên derbarê encamên hilbijartinê û dema erdhejên 6ê Sibatê de rojnameger Mehmet Kizmaz desteser kir.
Kizmaz li Navenda Polîsan a Êlihê dihate ragirtin û piştî îfadeya wî hate wergirtin, ew birine Edliyeya Êlihê.
Piştî karûbarên îfadedayînê, Dadweriya Aştî û Cezayî ya Êlihê biryara serbestiya Kizmazî da. (NT/FD)