Rojnameger Mehmet Aslan hatiye desteserkirin
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê daye destpêkirin, hatiye desteserkirin.
![Rojnameger Mehmet Aslan hatiye desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/237/048/original/Rojanmeger_ma_(1).jpg)
Fotograf: AM
Li Stenbolê polîsan vê sibehê bi ser mala Mehmet Aslan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) de girtiye. Polîsan li mala Aslanî lêgerînek dûr û dirêj pêk aniye û dest danîne ser gelek materyalên dijîtal, pirtûk û kovarên li malê.
Piştî lêgerînê polîsan rojnameger Aslanî ji paş ve kelemçe kirine û ew birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.
Hatiye zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin ve hatiye desteserkirin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê