Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Nazîla Marûfiyana ku li Îranê di 13ê Tebaxê de tehliye bûbû û ji ber fotografekî xwe yê servekirî weşandibû di 14ê Tebaxê de careke din hatibû girtin, dîsa serbest bûye.
Nazîla Marûfiyanê hevdîtinek bi bavê Jîna Mahsa Amîniyê re kiribû ku polîsan Amînî desteser kiribû û ew miribû. Nazîla ji ber vê hevpeyvînê hatibû girtin. Hîna sala girtina Marûfiyanê temam nebûye, ev cara sêyan e ku tê girtin û serbest dibe.
Rojnameger Marûfiyana 23 salî ji Girtîgeha Qarchakê tehliye bûye. Rojnamegerê piştî tehliye bûye li ser hesabê xwe yê Xyê fotografekî xwe yê servekirî weşandiye û gotiye: ““Dema tu serbest bûyî ji wî fotografê te weşandiye, tu poşmanî? Tu dipejirînî ku te şaşî kiriye? Na, min tiştekî şaş nekiriye.”
Di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin
Rojnameger Nazîla Marûfiyan piştî weşandina hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re ya di 30ê Çiriya Pêşiya 2022an de bi fermana Serdozgeriya Polîsan a li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û di dema lêpirsîna li navenda girtîgehê de rastî zext û gefên giran ên îtirafkirinê hatiye.
Rojnameger Marûfiyan ji ber zextan du caran nexweş ketiye û ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.
Marûfiyan di 9ê Kanûna Paşiyê de bi 600 milyon tumen (14 hezar dolar) kefaletê bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qarçakê hatibû berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Iranê ji Ilona sala par roja çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Aminiyê destpê kiriye heta niha 79 rojnameger hatine desteserkirin. (NT/FD)