Ji bo nûçeya Tirkî / İngilizi bitikîne
Berpirsê Weşana Girştî ya Ozgur Gundemê û Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi hinceta ‘endamê rêxistinê ne’ hatin girtin.
Di girteya ku her du rojnameger li ser hatine girtin de wiha hat gotin: ‘Ew rojname ji hêla PKK/KCKê ve tê fînansekirin. Rojname di bin kontrola rêxistinê de ye. Bi Besê Hozat re roportaj hatiye kirin û di rojnameyê de hatiye weşandin. Rojname ji hêla PKKê ve hatiye damezirandin û demeke dirêj e ku faliyetên xwe jî bi vî awayî pêk tîne. Ji ber van sedema îhtimaleke mezin e ku ew kesana endamê rêxistina çekdarî bin.’
Kaya û Kizilkaya di 16ê Tebaxê de di encama serdegirtina polêsan de hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Qereqola Esenlerê 6 roj binçavkirî man duh sewqî dadgehê hatin kirin.
Zana Kaya û Înan Kizilkaya bi hinceta ‘endamê rêxistina çekdarî ne’ hatin girtin.
Her du rojnameger Kaya û Kizilkaya wan sûcên ku li wan tên barkirin red kirin û dema binçavdemayîna 6 rojan de ji ber ku hatine derbkirin, polêsan jî gilî kirin.
Çi bûbû?
8. Dadgeha Sulh Cezayê di 16ê Tebaxê de bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ derbarê Ozgur Gundemê de biryara girtinê da.
Piştî rojname hat girtin di heman rojê de tîmên taybet avêtin ser avahiya rojnameyê. Polêsan hin xebatkarên Ozgur Gundemê piştî kontolkirina nasnameyan serbest berda lê 22 xebatkar dîsa bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Gelek edîtor, berpirsên weşana giştî yên Ozgur Gundemê û xebatkarên IMC TVê ku ji bo şopandina nûçeyê li wir bûn di nav kesên binçavkirî de ne.
Piştî binçavkirinê 22 kes serbest hatin berdan lê Berpirsê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya hê jî binçavkirî ne û dema binçavdehiştina wan heta 25ê Tebaxê hatiye dirêjklirin.
Serdegertina li dijî rojnameyê hê ji gelek aliyan ve tê şermezarkirin. Polêsan bi ser malên Berpirsa Weşana Giştî yê berê Eren Keskin nivîskarên rojnameyê Ragip Zarakoğlu û Filiz Koçalî, Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili û Endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê de jî girtin.
Asli Erdogan di 19ê Tebaxê de hat girtin.
(HY/YO)