Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Kadrî Gurselê ku xistibûn Girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê piştî serlêdana wî ya ji bo mehkûmiyeta li derveyî girtîgehan hate qebûl kirin serbest bûye.
Kadrî Gursel bi tohmeta ku “digel ne endamê rêxistinê ye lê bi zanebûn û bi xwestin alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li Gurselî hatibû birîn.
27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, rêveber û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê di nav de ceza li 18 kesan birî bû. Ev ceza li Daîreya Cezayan a 3yem a Dadgeha Herêmî ya Stenbolê hatibû temyîzkirin. Daîreya Cezayan 19ê Sibata 2019ê biryarek dabû û cezayên hatibûn birîn û bearetkirin li gorî yasayê nirxandibû.
Ji ber wê ye ku dozgeriyê Gursel xwendibû û ew jî çûbû Edliyeya Stenbolê. Piştî karên wî yên li midûriyeta biryardayîna cezayan qediya bû û ji bo bikaribe ji şertên mehkûmiya li derveyî girtîgehan sûdê werbigire ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê. (EMK/FD)
* Fotograf: Mustafa Hatipoglu - İstanbul/AA