Rojnameger Kadîr Bayram vê sibehê li Amedê hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan li Amedê vê sibehê bi ser mala rojnameger Kadîr Bayramî de girtine û ew desteserkirine.
Piştî lêgerîna li malê Bayramî desteserkirine û birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Her weha sedema desteserkirina Bayramî nehatiye zanîn.
(AY)