Der barê rojnameger Îsmaîl Saymaz de biryara desteserkirinê hat dayîn. Halk TVyê ragihand ku li mala Saymaz lêgerîn hatiye kirin.
Du roj berê jî dest danîbûn ser pasaporta Saymaz.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de qala 'axaftinên bi telefonê' yên Saymaz ên bi kesên ji ber Berxwedana Gezî cezayê girtîgehê lê hatiye birîn hate kirin.
Dozgeriyê diyar kir ku derbarê Saymaz de 'lêkolînên çavkaniyên vekirî' hatine kirin û îdia kiriye ku Saymaz hewl daye beşdarî Berxwedana Gezî bibe.
Her wiha hat zanîn ku derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
(EMK/AY)
