Ari di çarçoveya lêpirsîna ku li ser giliyê Serokê berê yê RTUKê Ebubekir Şahin hatibû destpêkirin de pêr hatibû desteserkirin û şev li Emniyeta Enqereyê mabû.
Ari duh di saet 10.00an de birin edliyeyê. Îfadedana wî ya li dozgeriyê saet di 12.00an de dest pê kir û nêzîkî saetekê dewam kir. Dozger bi tohmeta ku “bi zanayî agahiyên xapînok belav kiriye” bi daxwaza girtinê rojnameger Ari sewqî dadgeriyê kir.
Jêpirsîna İsmail Ari ya li dadgehê saet di 16.00an de dest pê kir. Dadgehê biryara girtina rojnamevanî da.
75 roj di girtîgehê de mabû
İsmail Ari di 21ê Adara 2026an de ji bo serdana malbata hevjîna xwe çûbû Tokatê û li wir di çarçoveya lêpirsîneke din a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû desteserkirin.
Ari bi tohmeta ku “bi zanayî agahiyên xapînok di nav gel de belav kiriye” hatibû girtin û 75 roj di Girtîgeha Sincanê de mabû.
Ari di 5ê Hezîrana 2026an de di danişîna yekem a li 2emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê a Enqereyê de derketibû pêşberî dadger. Tevî ku dozger xwestibû ku girtina wî berdewam bike jî, dadgehê biryara berdana wî dabû.
(HA/AY)
