Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Îshak Karakaş Berpirsê Weşanê yê rojnameya Halkin Nabzi jî di nav de 9 kesên ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê, hatibûn girtin, hatin tehliyekirin.
Dadgehkirin îro li 28emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê çêbû û heyeta dadgehê biryar girt ku derketina derveyî welêt a gumanbaran bê qedexekirin û bi şertê kontrola edlî, tehliye bibin.
Li gel rojnameger Îshak Karakaşî, Abdûllah Yeşîlbagdan, Yucel Uney, Yaşar Yilmaz Altûnbîlek, Omer Karakûrt, Tarzan Aktan, Mûrat Demîr, Cevdet Taş û Ahmet Alanc kesên ku hatine tehliyekirin.
Îshak Karakaş û 8 kes 22yê Kanûna Paşiyê hatibûn desteserkirin, 26ê Kanûnê jî ji hêla 9emîn Dadweriya Cezayan a Silhê ve hatibûn girtin. Dadweriyê bi hinceta ku “Li ser operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê daye destpêkirin, parvekirinên ku rêxistina terorê rewa dike, kirine” biryara girtina wan dabû. (BK/FD)