Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) / İngilîzî bitikîne
Îshak Karakaş Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Halkin Nabzi hat desteserkirin. Karakaş yek ji wan kesan e ku piştî operasyona “Çiqlê Zeytûnê” ya Hêzên Çekdar ên Tirkan ên Fermî û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASAD) li hemberî Efrînê dabûn destpêkirin ji ber parvekirinên medyaya civakî hatibûn desteserkirin.
Polîsan duh saet derdora 01.00ê bi ser mala Karakaşî de girtin ku li navçeya Maltepe ya Stenbolê ye. Karakaş birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Li gorî zanyariyên di medyayê de cî girtine ji ber parvekirinên derbarê Efrînê de hatiye desteserkirin.
Polîsan bi ser mala Eskînî de girtin
Polîsan bi heman hincetê bi ser mala rojnameger Îsmaîl Keskînê de girtiye. Polîs çûne mala Keskînî a li navçeya Peyas a Amedê û li malê geriyane. Derbarê Keskînî de biryara zeftkirinê derxistine.
Nûrcan Baysal jî hatibû desteserkirin
Îro li Amedê bi hinceta ku li ser medyaya civakî derbarê operasyonê de Efrînê parvekirin kirine 30 kes hatibûn desteserkirin. Nivîskara T24ê Nûrcan Baysal jî di nava wan kesan de bû. Her wiha polîsan li Stenbolê bi ser mala nivîskar Azîz Tûncî de girtibû û li mala wî geriyabûn. Lê Azîz Tûnc li derveyî welêt e.
Derbarê parlamenterên HDPyê jî lêpirsîn hatin vekirin
Di heman çarçoveyê de ji bo Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê Nadîr Yildirim û Berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgenî duh bi heman sedemê lêpirsîn hate vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo Parlamenterê HDPyê yê Dêrsimê Alîcan Onluyî jî lêpirsîn vekir. Serdozgeriyê bi tohmeta ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, Parlamentoya Tirkiyeyê, Hikûmeta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” lêpirsîn vekiriye. (AS/EA/FD)