Rojnameger Îrfan Ûçar, di saetên serê sibê de bi serdegirtina mala xwe ya li gundê Kerkûta serbi navçeya Islahiye ya Dîlokê hat desteserkirin.
Hate zanîn ku Ûçar birine navenda Dîlokê. Derbarê desteserkirinê de tu agahî nehatin dayîn.
Ûçar beriya salekê ji bo li dayik û bavên xwe yên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene binêre dest ji rojnamevantiyê berdabû û li cem malbata xwe bi cih bibû.
(EMK/AY)