Polîsan mudaxeleyî komekê kir ku dixwest li Parka Yogurtçuya Kadıkoya Stenbolê forumekê li dar bixe û rojnameger Îrfan Değirmenci jî di nav de bû.
Değirmenci dema ku li Parka Yogurtçuya Kadıkoyê gotarek pêşkêş dikir hate desteserkirin.
"Divê demildest bên berdan"
Partiya Karkerên Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî û wiha got: "Polîs bi awayekî neqanûnî midaxeleyî çalakiya ku me bi endamê xwe yê PMyê Îrfan Değirmenci re li Parka Yoğurtçuya Kadıkoya Stenbolê lidar xist, dike. Têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad nayê bêdengkirin, divê rêhevalên me demildest werin berdan."
(AB/AY)
