Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger, Huseyîn Narli di 9ê Kanûna Paşiyê de li Almanyayê, li bajarê Bochumê, çûye ser dilovaniya xwe. Ji bo Narliyê ku li CAN TVyê bername çêdikir û şîrovekar bû, wê 13ê Kanûna Paşiyê, roja pêncşemê, saet di 10.00ê de li Navenda Çandê ya Elewiyan a Dortmundê (DAKME) merasîmeke oxirkirinê were lidarxistin.
Huseyîn Narli ji 12ê Îlona 1980yî heta niha, 41 sal in li sirguniyê bû û ev sê sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.
Malbata Narliyî ji bo sersaxiyê spasiyên xwe pêşkêş kiriye û diyar kiriye ku piştî merasîma li DAKMEyê wê li Bochumê li Hauptfriedhof, Immanuel-Kant-Str. 52yê bisipêrin axê. Her weha malbatê ragihandiye ku “kesên bixwazin çelenk an jî çîçekan bişînin li şûna wê bila alîkariyê bi HEYVA-SORê re bikin.”
Hevalên Narliyî yên li CAN TVyê û beriya wê li TV 10ê bi hev re kar kirine, peyamên sersaxiyê weşandine.
Ji Mereşê ber bi Enqere, Trabzon, Stenbol, Bekaa, Ewropayê ve...
Huseyin Narli, di sala 1955ê de bi navê Okkeş Unlubayir li gundê Çigliyê yê navçeya Bazacixê yê Mereşê ji dayik bûye. Di sala 1970yî de dema li Mereşê li lîseyê dixwend tevlî tevgera şoreşgeran bûye. Sala 1972yê di dema rewşa awarte ya 12ê Adarê de li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) dest bi xwendekariyê kiriye. Li wir beşa Kîmyayê xwendiye. Di sala 1974an de dema 19 salî bû bûye berpirsê Partiya Karkerên Sosyalîst ya Tirkiyeyê (TSIP). Perwerdeya xwe ya zanîngehê di sala 1975an de li Beşa Mihendîsiya Elektronîkê ya Zanîngeha Teknîkê ya Behra Reş dewam kiriye.
Di sala 1977ê de dema Tirkiye di bin êrîşên faşîst ên giran de bû, Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst hatiye avakirin û ew jî yek ji avakarên vê yekîtiyê bûye. Paşê bûye serokê wê yê giştî. Piştî derbeya 12ê Îlonê ji Tirkiyeyê çûye Sûriyeyê. Heta sala 1983yê xebatên xwe li Sûriyeyê dewam kiriye û di heman salê de çûye Ewropayê. Di nava Komîteya Navendî ya Partiya Komunîstan a Tirkiyeyê (Yekîtî) de kar kiriye.
Huseyîn Narli, di sala 1990î de yek ji avakarên kovara Zulfîkarê ye ku ev kovar yek ji weşanên pêşeng ên hişyarbûna elewîtiyê ye. Di heman demê de bûye yek ji pêşekên Tevgera Elewiyan a Ewropayê.
- Her gavê piştgiriya teknîkê daye weşangeriya televizyonan a kurdî ya li Ewropayê. Wî di 30 salên dawiyê de jiyana xwe ji bo ronakbiriya elewîtiyê û rizgariya ked û gelan mil bi mil têbikoşin bexşandiye. Narli ji bo ronakbirî û têkoşîna elewîtiyê xebitî, wî peywendiya xwe qet bi têkoşîna sosyalîstan re qut nekir û bênavber piştevaniyeke enternasyonal dida têkoşîna Azadiya Kurdan. Bi van taybetmendiyên xwe jî ew ji bo nifşên li dû xwe, bûye pêşekekî hemdem şoreşger û ronakbir.
(AEK/FD)