Fotograf: Murat Bayram / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatîce Kamer, nûçegîhana BBC Tirkiyê û Dengê Amerîkayê a ku bi îdiaya propagandaya rêxistinê kiriye doz lê hatibû vekirin di heman dozê de careke din beraet kiriye.
Ji ber pênc sal berê fotografên daxuyaniyên çapemeniyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk) li ser hesabên xwe yên civakî weşandibû, doz lê hatibû vekirin. Kamera ku bi “propagandaya rêxistinê” dihate tohmetkirin, beraet kiribû lê Dadgeha Îstînafê ev biryar betal kiribû.
Dadgehkirina Kamerê li 8em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kiriye ku heta heft sal û nîvan cezayê girtîgehê ji wê re dihate xwestin.
Kamer tevlî parêzera xwe Pelda Vesekê beşdarî danişînê bûne. Her weha xizmên wê û rojnamegeran jî doz şopandine.
Kamerê paraznameya xwe pêşkêş kiriye û gotiye ku hesabê medyaya civakî yê navborî yê wê bi xwe ye û ew tiştên di îdîanameyê te weke huc haine nîşandan, ji bo nûçeyê wê weşandine.
Hatîce Kamerê her weha gotiye ku wê ne bi armanca propagandayê ew tişt weşandine û xwestiye beraet bike.
Dozgerî jî nêrîna xwe aşkere kiriye û gotiye dema li tiştên hatine weşandin dinêrin, dibînin ku ne bi armanca pesindayîna rê û rêbazên gefxwarinê, tundkarî û kotekiyê yên rêxistina çekdar e. Dozgerî xwestiye Kamer beraet bike.
Heyeta dadgehê bêyî ku navberê bide, biryara xwe aşkere kiriye û Hatîce Kamerê beraet kiriye.
Onderoglû: Em bi endîşe ne
Piştî biryara beraetê Erol Onduroglû, nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ê li Tirkiyeyê gotiye ew ji ber vê biryarê kêfxweş in lê ji ber ku digel reforman rojnameger tên dadgehkirin, ew jî dibe sedema endîşeyê. (HA/FD)