Rojnameger Hamdûllah Bayram li Mêrsînê hatiye desteserkirin
Wê xebatkarê rojnameger Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayramî bibin Enqereyê.
![Rojnameger Hamdûllah Bayram li Mêrsînê hatiye desteserkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/275/860/original/hamdullah_bayram.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram duh (16ê Adarê) li Mêrsînê hatiye desteserkirin.
Bayram bi sedema ku derbarê wî de lêpirsîn heye û biryara zeftkirinê hatiye dayîn hatiye desteserkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê. Polîs ji bo lêpirsînê wê Bayramî bibin Enqereyê.
Li gorî zanyariyan Bayram di lêpirsîna 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê de hatiye desteserkirin. 11 rojnameger di 29ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
(HA/FD)
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar