Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Hakan Gulsevenê ku vê sibê hat desteserkirin, piştî îfade daye, serbest bûye. Gulseven di wê lêpirsînê de hatibû desteserkirin ku ji bo Tevgera Bênavan hatiye destpêkirin.
Gulseven piştî serbest bûye ji rojnameya BirGunê re gotiye, xwestin ji hesabekî Twitterê û komeke Telegramê sûcekî ava bikin.
“Ti encamek wê ji vir derkeve? Dixwazin her tiştên ku mixalif e weke sûc nîşan bidin. Ez bawer nakim tiştek ji vê derkeve. Demek berê Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Derve derbarê Bênavan de hin tişt gotibû. Piştî gotinên Soyluyî em rastî tiştekî wiha hatin.”
Bi tohmeta “heqareta li Serokomarî” jî îfade daye
Gulsevenî diyar kiriye k uwî her weha bi îdiaya “heqaret li Serokomarî kiriye” jî îfade daye.
Demîrer, Koca û Kulaçoglû desteserkirî ne
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsînek dabû destpêkirin û ji bo parêzer Tamer Dogan, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, nivîskar Temel Demîrer, rojnameger Zeynep Kûray û Hakan Gulseven û Ozen Kulaçoglû, lîstikvan Defne Halmanê biryara desteserkirinê derxistibû.
Polîsan bi ser malên Perîhan Koca, Hakan Gulseven, Ozen Kûlaçoglû û Temel Demîrerî de girtibûn û ew desteser kiribûn.
Her weha çûbûn mala rojnameger Zeynep Kûrayê, lê ji ber Kûray ne li mal bû, nehatibû desteserkirin.
Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de gotibû ku “Operasyon li dijî ‘Tevgera Bênavan’ a li ser medyaya civakî mesajên provokatîf diweşînin pêk hatiye û 24 gumanbar hatine desteserkirin.”
Di heman nûçeyê de hatibû gotin ku li Stenbolê 18 kes, Balikesîrê 2, li Aydin, Amed û Tekîrdagê jî her yek jê kesek hatine desteserkirin. (TP/FD)