Fotograf: Osman Uras / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Hakan Aygunê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû û gotibû “Ey ew kesên IBANê dikin” di 3yê Nîsanê de hatibû girtin, îro hatiye tehliyekirin.
Aygun bi îdia ku “bêhurmetî li nirxên olî kiriye” li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) hatibû dihate dadgehkirin. Aygun îro ji Girtîgeha Mûglayê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye.
Dadgehê ew dema ku biryar daye û gotiye ku ihtimala bazdana wî nîne û biryara tehliyeya Aygunî daye.
Dadgehkirina Aygunî wê di 14ê Tîrmehê de berdewam bike.
Çi bûbû?
Hakan Aygun piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdoganî ji bo alîkariya kampanyaya piştgiriyê ya netewî daxuyanî dabû li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû û gotibû “Ey kesên IBAN kirine”. Li ser vê rewşê, bi îdiaya ku “êrîş li nirxên olî kiriye” giliyê Aygunî hatibû kirin. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê biryara zeftkirina Aygunî dabû. Aygun li Mûglayê di keleka xwe de hatibû desteserkirin. Piştî îfadeya wî li midûriyeta Emniyetê hatibû wergirtin ew şandibûn Êdliyeyê. Aygun li ser biryara dadgehê hatibû girtin. (EKN/FD)