Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
RêzeWebînara bi navê “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” wê bi ““Di weşangeriya kurdî de nûçegîhaniya kovaran” dewam bike.
Di bernameya heştan de wê rojnameger Gunay Aslan bi moderatoriya Ferid Demirelî behsa kovarên ku kurdan di salên 1980î û 1990î de çap kirine û nûçegihaniya kovaran bike. Bername wê di 7ê Nîsanê de pêk bihata lê ji ber nexweşiya Gunay Aslanî, dîroka bernameyê guherî bû.
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Di bernameya duyan de Tahîr Baykûşakî behsa Rojî Kurdê, yekem kovara kurdan û di ya sêyan de jî Ronayî Onenê behsa kovara Hawarê kiribû. Mijara bernameya çaran “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî” de bû ku Adnan Çelîk axiver û Derya Aydin jî moderator bû. Di bernameya pêncan de Engin Sustam behsa şert û mercên salên 1990î û ew kovarên di wan salan de hatine weşandin bi taybet jî behsa kovara Rewşenê kiribû.
Bernameya şeşan a Rêzewebînarê wê 7ê Nîsanê roja çarşemê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi tirkî be.
Ji bo forma beşdariyê bitikîne
Derbarê nûçegihaniya kovaran de
Dîroka kovargeriya kurdî bi weşandina Rojî Kurdê dest pê dike. Piştî ku ev kovar di sala 1913yê de dest bi weşanê kir û heta demekê weşana wê dewam kir, li dû wê kovara Yekbûnê, Hetawî Kurd, Jîn hatine weşandin. Ev dîrok heta 1920ê dewam kiriye. Ji ber têkçûna serhildanên kurdan pêşengên kurd ên xebatên siyasî û civakî dikirin û kesên bi kar û barên weşangeriyê re mijûl dibûn an hatine darvekirin, sirgunkirin an jî neçar mane derkevin derveyî welêt. Edî navenda xebatên weşangeriyê ji vê dîrokê û pê de bûye ji derveyî welêt.
Di sala 1948ê de Mûsa Anterî li Stenbolê rojnameya Dicle Kaynağı çap kiriye. Di dîroka weşangeriya kurdî de serdemeke nû bi vê dest pê dike. Dîsa bi pêşekiya Mûsa Anter û hevalên wî sala 1950î Şark Mecmûasi, piştî wê Şark’ın Sesi, İleri Yurd hatine weşandin.
Bi zêdebûna xebatên siyasî û civakî yên kurdan re piştî salên 1960î weşangeriya kurdî jî ketiye nava liv û tevgerekî. Ji sala 1960î heta sala 1990î gelek kurdan gelek kovar çap kirine ku piraniya wan bi tirkî weşan dikirin. Dicle Firat, Deng, Rizgarî, Dengê Kawa,Kava, Ala Rizgarî, Jîna Nû, Pêşmerge, Têkoşîn, Özgürlük Yolu, Tîrêj, Medya Güneşi, Toplumsal Diriliş, Özgür Gelecek, Vatan Güneşi, Deng, Halk Gerçeği, Yeni Halk Gerçeği hinek ji wan in. Her çiqas ji ber her sê derbeyên sereke yên li Tirkiyeyê çêbûne ev kovar hatine girtin lê weşangeriya kurdî bi awayekî dewam kiriye. Kovarên navborî gelek ji wan weke bultenên rêxistinên siyasî yên kurdan dihatin çapkirin. Lê hin ji wan jî bi armanca rojnamegeriyê weşan dikirin. Nûçegihaniya di van kovaran de dihate kirin li gorî şert û mercên wê demê bûn.
Derbarê Gunay Aslanî de
Di sala 1960î de li bajarokê Sarayê yê navçeya Qerqeliyê ya Wanê ji dayik bûye. Di serdema 1975-76an de Lîseya Ataturkê ya Wanê qedandiye. Di navbera salên 1981-1985an de li Wanê nûçegihanî ji rojnameyên Cumhuriyet û Hurriyetê û Ajansa Çapemeniya Netewî (UBA) kiriye.
Di navbera salên 1987-1989an de ji bo Kovara 2000’e Doğru ya heftane kar kiriye. Yek ji avakarên Partiya Sosyalîst bûye ku yekem partiya piştî 12ê Îlonê hatiye avakirin. Bûye endamê Lijneya Biryaran a Navendî û Serokê Wanê yê heman partiyê.
Ji ber xebata xwe ya bi navê “Dîroka Şîngirtî” (Yas Tutan Tarih) ya ku behsa Qetlîama 33 Guleyan dike di sala 1989an de Xelata Roportajan a Yunus Nadiyî ya Rojnameya Cumhuriyetê dane wî. Heman salê bi saya nûçeya wî ya derbarê Newala Qesaba de yekem goristana komî a piştî 12ê Îlonê derketiye holê.
Di navbera salên 1989-1990î de bûye Nûnerê Herêmê ye Kovara Sokakê, her weha Koordînatoriya Weşanê yê kovarên Halk Gerçeği û Yeni Halk Gerçeği kiriye.
Di 20ê Îlonê ya 1990î de tevlî komeke hevalên xwe Yeni Ülke, yekem rojnameya kevneşopiya çapemeniya azad çap kirine. Bûye Berpirsê Giştî yê Weşanê yê heman rojnameyê.
Di navbera salên 1991-1993yê de weke rojnamegerekî serbixwe kar kiriye. Ji bo gelek dezgehên medyayê yên navnetewî derbarê kurd û Kurdistanê de gotar nivîsandine û bername û nûçe amade kirine.
Ji ber pirtûka wî ya bi navê “Dîroka Şîngirtî / 33 Gule” di sala 1993yê de hatiye girtin. Di serê sala 1995ê de tehliye bûye. Ji ber pirtûk û nivîsên wî gelek ceza lê hatiye birîn hu gefên kuştinê xwarine. Ji ber vê rewşê neçar maye ji welêt derkeve.
Di sala 1995ê de weke penaber çûye Almanyayhe. Xebathen xwe yên rojnamegeriyê bi statuya “penaberiya polîtîk” li Ewropayê dewam kiriye. Beşdarî avakirina rojnameya Yeni Polîtîkayê bûye ku weke yekem rojnameya rojane ya kurdan di havîna 1995ê de dest bi weşanê kiriye. Bûye endamê lijneya weşanê yê heman rojnameyê.
Di Med TV, yekem televizyona kurdan de kar kiriye ku di payîza heman salê de dest bi weşanê kiriye. Di navbera salên 1995-1999an de li MED TVyê bername çêkirine, bûye spîker, midûrê nûçeyan û moderator.
Di sala 1996an de tevlî komeke hevalên xwe Yekîtiya Rojnamegeran a Kurdistanê ava kiriye. Bûye yekem serokê vê yekîtiye. Heman salhe Rojnamegerên Sînornenas ‘Xelata Rûmetê’ dane wî.
Di navbera salên 1998-2001ê de bûye yek ji endamên avakar ê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Yekîtiya Nivîskaran a Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê PENa Kurd.
Di navbera salên 2001-2014an de li MEDYA TV û ROJ TVyê debatorî û li STÊRK TVyê moderatorî kiriye. Di sala 2008ê de beşdarî avakirina Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê/Ewropayê bûye. Du salan bûye berdevkê vê Meclîsê. Gunay Aslan endamê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Kuluba PENê ye. 13 pirtûk nivîsandine. Belgefilma 33 Guleyan amade kiriye û niha Berpirsê Weşanê yê malpera nupel.online-ê ye.
Derbarê Ferid Demirelî de
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Beşa rojnamegeriyê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye. Li heman beşê master kiriye. Li rojnameya Birgun, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA), Dem TV, Rûdaw TV û Sputnik Kurdistanê weke nûçegîhan, edîtor, midûrê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Lêkolîneke wî di beşeke pirtûka “Bi Analîza Nûçeyan û Lêkolînên Arîşvan: Li Tirkiyeyê 9 Rojname’” (Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle: Türkiye'de 9 Gazete) çap bûye. Yek ji nivîskarên pirtûka E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî ya Dijîtal e.
Webînara Di Weşangeriya Kurdî de KovargerîDi 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. |
(FD)