bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Rojnameger Fûrkan Karabay serbest bû
Rojnameger Fûrkan Karabayê ku di 9ê Mijdarê de hatibû girtin serbest bû.

Rojnameger Fûrkan Karabay di 9ê Mijdarê de ji ber nûçe û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên derbarê Şaredarê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer de hatibû girtin. Li şûna şaredarê Esenyûrtê Ozer, qeyûm hatibû wezîfedarkirin.
17emîn Dadgeha Cezê û Eslîyê ya Stenbolê itiraza girtinê ya Karabay qebûl kir. Dadgehê diyar kir ku Karabay rojnameger e û biryara tehliyeya wî da.
DÎSK Basin Îş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara derbarê Karabayî de eşkere kir û wiha got:
“Piştî îtiraza parêzeran, endamê me Fûrkan Karabay serbest bû. Israra me ya nivîsandina heqîqetê wê bidome!”

Rojnameger Furkan Karabay hat desteserkirin
8 Mijdar 2024
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.