Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hate girtin. Karabay ji bo ku agahdarnameyeke derbarê wî de hatiye amadekirin werbigire çûbû navenda polîsan û li wir hatibû desteserkirin.
Rojnameger Karab piştî li navenda polîsan û dozgeriyê îfade da, ew bi daxwaza girtinê şandin dadweriya aştî û cezayî ya nobedar.
Dadweriya 7an a Aştî û Cezayî biryar da ku Karabay bê girtin. Bi biryara serdozgeriyê destûr nedan ku rojnameger biçin ber deriyê dadgehê û salonê.
Nehiştin parêzer biçe ba wî
Karabay piştî hate desteserkirin, birin Navenda Têkoşîna Dijterorê û li vir îfadeya wî hate wergirtin. Piştî bi saetan destûr dan ku parêzerê wî Eren Ermaner biçe ba wî.
Dema Karabay desteserkirî bû, Dadweriya 7an a Aştî û Cezayî biryar da ku nûçeya wî ya du roj berê di Gerçek Gundemê de hatiye weşandin, bê astengkirin. Nûçeya wî derbarê zabitnameyên dadgehekê de bû. Dadgeh derbarê gendeliya di doza komeke mafyayê de bû.
Karabayî di nûçeya xwe de diyar kiribû ku îdiayên derbarê gendeliyê de yên li Edliyeya Stenbolê tên axavtin, di zabîtnameyên dadgehekê de hatine nivîsîn. Ji ber navê dozgerekî di nûçeyê de hatiye nivîsîn, Karabay hate tawankirin ku “kesê di têkoşîna dijterorê de wezîfedar e, kiriye hedef” û “buxtan kiriye.” (HA/FD)