Rojnameger Furkan Karabay ji ber twîta ku li ser medyaya civakî parve kir hat desteserkirin.
Berpirsê Weşana Giştî yê 10Haberê Hakan Çelenk diyar kir ku Karabey hatiye desteserkirin û wiha got:
"Nûçegihanê me Furkan Karabay hat desteserkirin. Sedem jî twîteke wî ye. Ew niha li Emniyeta Vatanê îfadeyê dide. Em li bendê ne ku Furkan di zûtirîn demê de were berdan."
Karabay di 28ê Kanûna 2023an de ji ber girteya doza Bariş Saral ku ji koma Sarallarê ye dihat darizandin ji bo teblîxatê bigire li Stenbolê çûbû qereqolê û li wir hatibû desteserkirin.
Karabay ku piştre sewqî edliyeyê hat kirin, di nûçeya ku tê de behsa îdiayên gendelî û bertîlxwarinê yên di doza Bariş Saral de kiribû, bi hinceta 'kesê ku di têkoşîna li dijî terorê de wezîfedar e kiriye hedef' hat girtin.
Parêzerên Karabay di 2ê Çile de serî li 7emîn Dadgeha Cezê û aştiyê ya Stenbolê dabûn. Dadgehê di 8ê Çile de biryara berdana Karabay da. Karabay di 1ê Cotmeha 2024an de ji hemû sûcan beraet bû.
(EMK/AY)